Qeşem

Dilêmin wek kûlîlkên qeşadayî,
Li ber şikestinê ye.
Taveheyva çavên te de xûya ye belek,
Pêşeroja xweza ,
  yên bihara rengîn.
Dûrî
Dûrî dûr e…

Kûlîlka li ber bişkivtinê me,
  bi hêvîya evîna dijwar.

Dilêmin teng e,
Tengahî teng e…

Gûl û gûlçînên min ji bîr kirin roj.
Di şahîyên çavên te de,
Bihar di kene bi tiketik e,

De were!
Êdi were!
Tevî çûkên li hêlînan gerîyayî,
Bi bayê xwe re bîne,
Bihara kûlîlkên qeşadayî…

Bêrî Bihar

6 tebax 2000